Hejmara welatiyên di erdheja Bakûrê Kurdistanê de canên xwe ji dest dane gîhişt 40 kesan
2020-01-27 13:19     360 Car hatiye dîtin      Şîrove
Lêgerîna tîmên rizgarkirinê ji bo 2 kesên di bin kavilan de man ê berdewam e
Wezareta Tenduristiya Tirkiye, ragihand; kesên di erhejê de canên xwe ji dest dane, bi giştî gîhiştiye 40 kesan ku 36 ji wana li Xarpêtê û 4 kes jî li Dilokê hatine tomarkirin.
Herwiha, da zanîn ku ligorî zanyariyên wan, tenê 2 kes di bin kavilan de man e û karên rizgarkirinê berdewam in.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, aşkere kir ku 1607 hemwelatiyan serî li nexweşxaneyan daye û ji wana, tenê tedaviya 86 kesan berdewam e.
Erdhej, roja Înê (24-01-2020), demjimêr 20:55’ê de rû da bû. Navende erdhejê, navçeya Sîvrîce ya ser bi parêzgeha Xarpêt (Elezîz) bû û di kûrahiya 6,75 km’an de rû da bû.
Piştî erdheja bi hêz, 948 erdhejên bi pileyên biçûk hatine tomarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir