Civata Wezîran sîstema nû ya parvekirina miaş pejirand
2018-03-29 18:32     372 Car hatiye dîtin      Şîrove
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja 28.03.2018 li bajarê Hewlêrê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr civiya.
Rêbaz Hemlan Qezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, behsa sîstema nû ya miaş kir û hûrgiliyên çewaniya her meh xerickirina miaş zelal kir û da zaniin; guhertinên mezin di vî warî de çêbûne ku malbatên şehîd û enfalkiriyan, xanenişîn, kêmendam û xwedî pêdawîstiyên taybet û yên ku miaşê wan ji 400 hezar dinar kêmtir bin, her meh dê bi timamî miaşên xwe, bê paşkeftkirin, werbigirin.
Li gor sîstema nû, ew miaşgireen ji 400 hezar û heta sê milyon dinar miaş werdigirin, dê miaşê wan ji % 75 heta ji % 90 jê re bê dayin. Lê miaşê pileyên taybet dê li gor sîsîtema berê, sîstema paşkeftee be û bi tenê ji % 25’ê miaş jê re bê xeric kirin.
Aşitî Hewramî Wezîrê Samanên Xwezayî û Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayî û Aborî dahat û xwerciyên mehane ji beşdarên civînê re eşkere kirin.
Civata Wezîran diyar kir ku her dema dahatiniyê Herêma Kurdistanê zêde bibe dê rêjeya paşkefta miaşan jî kêmtir bibe û pêdagirî li ser pirosesa şefafiyê, çaksazî û pabendbûn bi pirojeyê hûrbîniya dahatinî û xerciyan kir ku niha ji aliyê her du kompaniyên cîhanî Deloitte û EY ve tê bicih kirin, kir.
Civata Wezîran ragihand ku armanca ev e ku di paşerojê de paşkefta miaş bi yekcarî nemîne û ji bo vê yekê, derxistina yasaya çakzasiyê ya miaş û xanenişînan ku niha li Parlamentoya Kurdistanê ye, bi gaveke giring daye zanîn.
puknow
Babetên zêdetir