Li Herêma Kurdistanê fermanber daketin kolanan
2018-03-25 14:11     414 Car hatiye dîtin      Şîrove
Mamosta xwepêşandan lidardixin
Îro, danê sibehê (25-03-2018) li bajarê Silêmanî, Hewlêr û Duhokê, mamosta û beşek ji fermanber, daketin kolanan û xwepêşandanên girseyi lidardixin.
Mamostayan, banga greva giştî li fermanberan kirin ji bo nehiştina hilgirtina miaşan.
Li Hewlêrê di xwenîşandanê de xwepêşander, mamosta û fermanber ber bi civata wezîran ve meşiyan. Lê hêzên ewlehiyê rêgirî li wan kir, jiber veya di navbera herdu aliyan de rakêşî derket.
Xwepêşandan bajar û bajarokan berdewame û mamosta radigihînin, heta hilgirtina miaşan neya hilweşandin, ewê berdewam bin di nîşandana nerazîbûna xwe.
puknow
Babetên zêdetir