KCK: Gerilla wê ji Şengalê vekiş e
2018-03-23 21:26     434 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arma KCK
Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand; jiber ku li şengal ewlehî û îstîkrar bicîh bûye û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û êzdiyan, gerîllayên wan wê ji Şengavê vekişin.
Di daxuyaniyê de hatiya diyarkirin paş dagirkirina Mûsilê, DAIŞê 3 Tebax 2014’ê êrişî Şengalê kir û komkujî kirin; gerîlla ji bo parastina êzdiyan û rûbirû terorîstên DAIŞê bibe hatibû Şengalê û erkên xwe bi serkeftî û serfirazî bicîh anîye û xelkê Şengalê jî niha, paş Fermana 74’an dikare xwe bi rêve bibe û rêxistinbûyî bûye.
Herwiha, hatiye teqezkirin ku di her egereke êrişê bo ser Şengalê yan her cîhekî din ya xaka Kurdistanê, ew bê du dilî ji bo parastinê wan, dê dubare tevbigerin.
puknow
Babetên zêdetir