Hêzên Kantona Efrînê dest bi şerê partîzanî dikin
2018-03-19 00:10     594 Car hatiye dîtin      Şîrove
Rêveberiya Xweser ya Efrîn
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê, gefê li hêzên Turkiyê û hevpeymanên wê dixwe û dibêje; ewê ji hemû derfetekê bikolin ji bo lêdana wan û hêzên wan dê bibin kabûsek berdewam ji bo turkan.
Rêveberiya Xweser a Efrînê, îro (18-03-2018) di civîneke rojnamevanî de ragihand ku awayê rûbirûbuna rasterast ligel Artêşa Turkiyê û çekdarên radîkal yên hevpeymanên wê, diguherînin ji bo awayê şerê partîzanî.
Aşkere jî kir ku Hêzên Sûriyeya Demokrat li hemû navçeyên Efrînê belav bûne û de bibin kabûsek berdewam ji bo turkan.
Herwiha, da zanîn ku di du heyvên raborî de berevaniyek mezin hatiye kirin, lê, ji bo dûrxistina şêniyên Efrînê ji karesateke mirovî, paşve kişiyan e.
Paş 58 roj ji berevanî û berxwedanê, jiber bêdengiya civaka navdewletî, îro Artêşa Turkiye û çekdarên tûndrew yên hevpeymanên we, derbasî nêv Efrînê bûn.
puknow
Babetên zêdetir