Nexweşxaneya Pêşmerge deriyên xwe ji bo pêşmergeyan vedike
2020-01-07 17:09     348 Car hatiye dîtin      Şîrove
Nexweşxaneya Pêşmerge di demek nêz de dê bikeve xizmeta pêşmergeyan
Nexweşxaneya Pêşmerge ku li Hewlerê hatiye durustkirin di demek nêz de dê bikeve kar û pêşwazî li brîndar û nexweşketiyên Pêşmerge bike.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, îro (07-01-2020), li Hewlêrê, piştî ku serdana nexweşxaneyê kir, ragihand; kêmasî û pêwîstiyên nexweşxaneyê di demek nêz de wê bên dabînkirin û dê dest bi xizmetê bike.
Nexweşxaneya Pêşmerge ji aliyê Almanya ve ji bo Pêşmerge hatiye durustkirin û wek diyarî pêşkeş bi Wezareta Pêşmerge a Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir