Li Silêmaniyê çar haletên enflonzeya berazan hatin tomarkirin
2019-12-29 23:28     322 Car hatiye dîtin      Şîrove
Sê kesên ku tûşû enflonzeya berar (H1 N1) bibûn, tedavî bûn
Nexweşxaneya Şar ya bajarê Silêmaniyê, hişyariyê di derbarê belavbûna enflonzeya beraz de da û ragihand ku heta niha 4 kesên bi vê nexweşiyê ketibûn li nexweşxaneyê hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Nexweşxaneya Şar de hatiye aşkerekirin ku 3 ji wan kesên ku tûşî enflonzeya beraz bibûn, çareserî wergirtine û nexweşxane bicîh hiştine.
Enflonzeya beraz ku bi vîrusa H1 N1 tê naskirin, vîrusekî gellekî metirsîdar e.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir