Xelkê Herêma Kurdistanê hevxemê jana qurbaniyên Seqiz e
2019-12-07 14:56     318 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK hevxemê bajarê Seqiz e
Berpirsê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mela Bextiyar, di rûpela xwe ya fesbûkê de hevxemiya xwe ji bo bûyera Seqîz û qurbaniyên wê, ragihand ku şava Pencşemê (05-12-2019) ji ber teqîna boriya xaza srûştî, şahiya bûk û zave bû be şîn geriyê.
Mela Bextiyar wiha nivîsandiye:
Seqiz... Ji şahiyê bo şîngeriyê!
Seqiz ew bajarê ciwan yê Kurdistanê ku herdem di dema trajediyan de hemêza wê ya dilsoziyê ji bo Başûr û beşên din yên Kurdistanê vekirî bû; mixabin di şahiyeke bûk û zave de jiber nebûna şertûmercên teknîkî di boriya xazê de, şahî bû bi şîngerî. 11 hevwelatî bûn qurbanî û 50’yên din jî brîndar bûn.
Nûçeyekî dilsoj û xemgîn ya civakî bû. Em ji dil, hevparê xem û dilgraniya we ne, ey xelkê serbilind û şîngerê Seqiz.
Vê carê jî em deyndarê we ne, çunkî, herî kem me nekarî bên ser gorên qurbaniyên we û rondikên hevxemiyê ligel ê we, biherikînin.
Mela Bextiyar
07-12-2019
Babetên zêdetir