Li Katalonya referandûma serbixweyiyê hat lidarxistin

  2017-10-05 17:16      547 Car hatiye dîtin        Şîrove
Katelonî daxwaz dikin ji Îspanya qut bibin

Hukûmeta Herêma Katalonyayê, ragihand; eger dengê belê di referandûma serbixweyiyê serbikeve, ewê di nav 48 demjimêrên bê de, serbixwebûna Katalonyayê ragihînin.

Îro (01-10-2017) li Herêma Katalonya ya dewleta Îspanyayê, referandûma serbixweyiyê birêve diçe. Hukûmeta Îspanyeyê referandûmê bi neyasayî û li dijî destûrê binav dike û jimareyek zêde hêzên ewlehiyê li Katalonyayê belav kiriye û  jimereyek zêde bingehên dengdanê daxistiye û rêgiriyê dike, da ku dengder nikaribin dengên xwe bidin.

Herwiha di pevçûnên nêvbera hêzên ewlehiyê û welatiyan de jimareyek zêde kes birîndar bûne.

Nufûsa Herêma Katalonya ku yek ji herêmên dewlemend yê Îspanyayê ye ji 7 milyon 500 hezar kesan pêk tê û zêdetir ji 3 milyon welatiyên wê xwediyê mafên dengdanê ne.

Katalonya bi salane dixwaze ji Îspanya cihê bibe û bibe dewleteke serbxwe, lê, hukûmeta Îspanya vê daxwazê bi nedestûrî binav dike.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî