Fermana girtinê ji bo parêzgarê ferzkirî yê Kerkûkê hat derxistin

  2019-11-12 21:45      385 Car hatiye dîtin        Şîrove
Fermana girtinê ji bo parêzgar Rakan Cibûrî û 6 berpirsên din yên Kerkûkê derketiye

Desteya Destpakî ya İraqê, ragihand; jiber ku budceya ji bo avadankirin û vegerandina îstîkrarê li sînorê parêzgeha Kerkûkê bi heder hatiye dayîn, di derbarê parêzgarê Kerkûkê yên ferzkirî de biryara girtinê hatiye derxistin. 
Desteya Destpakiyê ragihand; lêkolînê liser wan diravên ji bo avadankirin û vegerandina îstîkrarê dikin ku ji bo   bajar û bajarak û nahiyên Kerkûkê yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, hatibû terxankirin. Di vê çarçoveyê de berpirsînê ligel parêzgarê ferzkiri yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û berpirsên din de dest pê kiriye ku bi hederdan û binpêkirina rênîşanên cîbicîkirina budceya giştî ya sala 2018’ê tên tometbarkirin. 
Desteya Destpakî, dide zanîn; ligorî guhgirtin li axaftinên şahîdan, gîhîştine wê encamê ku ew kujmê pare, berovajî rênîşanên Wezareta Darayî hatine xerckirin. 
Desteya Destpakî, aşkere dike ku tometbarê sereke yê di vê dosyayê de parêzgarê niha yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ye. Di çorçoveya yasayên cezayê yên İraqê de Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê, fermana girtinê ji bo Rakan Cibûrî û 6 berpirsên din yên Kerkûkê ku ji sekreterê parêzgar, rêveberê nivsîngeha parêzgar, rêveberên beşê hurbîniyê, jimêryarî, girêbestan û serokên yekem û duyem yên krînê yê parêzgehê pêk tê, derxistiye. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî