Di 2 rojan de zêdetir ji 150 hezar kes ji Efrînê koçber bûn

  2018-03-17 19:54      584 Car hatiye dîtin        Şîrove
Jiber êrişan koça şêniyên Efrînê

Rêxistinên mafên mirov yên Sûriyê, ragihandin ku di nav du rojan de jiber êrişên Artêş Tirkiyê, zêdetir ji 150 hezar şêniyên Efrînê, warên xwe bicîh hiştine û bûne koçber.
Ajansa Frans Press ji zarê rêveberê Nerîngeha Surî ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman, ragihand ku şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanan û Artêşa Tirkiyê – hevpeymanên wê de rû didin û Tirkiye bi berdewamî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike. Ev jî bûye sedema koç ê.

       Ji aliyê din ve Nivsîngeha Peywendiyan ya HSDê ragihand ku 16 vê mehê jiber êriş û topbarana dijwar ya Artêş Tirkiyê ya li ser Efrînê, 47 kes şehîd bûne ku 16 ji wan zarokin, 14 ji wan jin in û 2 ji wan jinan jî ducanî bûne. 
       Çavkaniyekî ji Nerîngeha Sûriya ya Mafên Mirov bi ajansa Frans Press, ragihand ku roja Înê ( 16-03-2018) jiber êrişên Artêşa Tirkiyê bo ser nexweşxaneyêen bajêr, 9 welatî bûne qurbanî. 
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî