Balafirxaneyên Silêmanî û Hewlêr bo geştên navdewletî vebûn
2018-03-14 21:30     396 Car hatiye dîtin      Şîrove
Wezîrê Navxwe yê Iraqê vekirina balafirxaneya Silêmanî ragihand
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Exrecî, îro (14-08-2018) di civîneke rojnamevanî de li bajarê Silêmanî, ragihand ku îro, geştên asmanî yên navdewletî ji balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmanî, destpê kirin e.
Di civînê de ku parêzgarê Silêmanî Heval Ebûbekir û rêvberê Balafirxaneya Silêmanî ya Navdewletî Tahîr Ebdulla jî amade bûn; Qasim Exrecî, da zanîn ku geştên navdewletî ji balafirxaneya Silêmanî ya Navedweletî, li ser biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji îro ve destpê kiriye.
Herwiha, aşkere kir ku karên balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanî, dê bixin jêr deshilata balafirvaniya medenî ya Iraqê.
puknow
Babetên zêdetir