Qedexeya li ser balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê rabû
2018-03-13 18:22     393 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv - Balafirxaneya Hewlêr
Serokwezîrê Iraqê, ambargoya li ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê rakir û biryar hat dayîn, geştên navdewletî destpê bikin.
Îro (13-03-2018) danê sibehê, berpirsyaretiyên balafirxaneyan radestî Wezareta Navxwe a Iraqê hatin kirin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de vekirina balafirxaneyan bi pêngava yekem ya ji bo xurtbûna peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê zanî.
Ligorî, rêkeftina Herêma Kurdistan û Iraqê, balafirxaneyên Herêma Kurdistanê wê ligorî destûrê bikeve jêr deshilata federalî.
Herwiha, hat aşkerekirin ku sîstema Albaysiz taybet bi balafirxaneyên Kurdistanê û derîyên gumrikan, dê bi deshilata federalî ve bên girêdan.
puknow
Babetên zêdetir