Pirsgrêk ne di destûrê de ye, pirsgrêk di cîbicînekirina destûrê de ye
2019-11-05 23:04     329 Car hatiye dîtin      Şîrove
Cîbicînekirina destûre çavkaniya pirsgrêkên Îraqê ye
Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi amadebûna Sorokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, bi cûda, îro (06-11-2019) li Hewlerê, civiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di civînekî çapemeniyê de naverok wan civînan ji bo raya giştî aşkere kir.
Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku di civînên her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî de ku li parlementoyê kursiyên wan hene, gotûbêj liser rewşa Iraqê hatiye kirin; hemû alî hevra bûn ku piştgriya xwepêşanderan bê kirin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst, zelalî û dijberiya gendeliyê.
Nêçîrvan Barzanî, got: “Herêma Kurdistan, dixwaze di vê rewşê de yek helwest û yekgirtî be, da ku bikaribe alîkariya İraq û hevwelatiyên İraqê bike”.
Nêçîrvan Barzanî, aşkere kir ku ew piştevaniya hewlên serxistina reformên hikûmeta Iraqê dikin, da ku bên cîbicîkirin.
Nêçîrvan Barzanî, teqez kir ku pirsgrêk ne di destûrê de ye, pirsêgrêk di cîbicînekirina destûrê de ye û pêwîste di rewşek aram de guherîn di destûrê de bê kirin ku rewşa xelkê İraqê baş bike û di berjewendiyê tev gelên İraqê de be.
Di herdu civînan de hate tekezkirin ku pêwîste di her guherînekî destûrî de mafên yasayî, siyasî û îdarî yên Herêma Kurdistanê parastî be.

Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir