Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade di destûrê de dijî mafên Herêma Kurdistanê guherîn bê kirin
2019-10-30 20:49     260 Car hatiye dîtin      Şîrove
Têkçûna rewşa Iraqê ne di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê û İraqê de ye
Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro (30-10-2019), li Hewlêr, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, teqez kir ku têkçûna rewşa Iraqê ne di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistan û İraqê de ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê İraqê Adil Ebdûlmehdî ragihand ku reforman pêk bîne û xizmetguzariyan pêşkêş bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da zanîn ku ew ti guhertinekê İraqê li derveyî rêkarên destûr û yasayan pesend nakin û qebûl nakin deskarî bi maf û xwastên Herêma Kurdistanê di destûrê de bê kirin û kemkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir