Civata Nûneran a Amerîkayê projeyasayek ji bo cezekirina Tirkiyê pesend kir

  2019-10-30 20:18      758 Car hatiye dîtin        Şîrove
Amerîka hewlên xwe xurt dike ji bo sepandina cezayan bi ser Tirkiyê

Civata Nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan, projeyasayek ji bo cezakirina Tirkiyê pejirand ku teda daxwaz ji Donald Trump dike, jiber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, cezayan biser Tirkiyê bisepîne.
Projeyasa ji koma 435 endaman, bi 403 dengên hat erêkirin, li beramber 16 dengên na.
Projeyasa daxwazê ji serokê Emerîka dike ku cezayan bi ser berpirsên Tirkiyê bisepîne û çendîn şertûmercan li ser Tirkiyê ferz bike.
Ev projeyasa bi destpêşxeriya nûnerên demokratan li kongresê hatibû amadekirin û hejmareke mezin ji nûnerên komariyan jî dengê erê bikar anîn.
Endamê Komarî yê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Jason Crow derbarê pesendkirina vê biryarê de ragihand: Di vê dengdanê de 403 endaman dengê erê dan û 16 endaman nexêr. Wate du li ser siyan bidest xistiye. Proje-yasa hat pesendkirin û bêyî redkirinê ji bo Encûmena Pîran tê şandin.”
Seroka piraniya demokratan li Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nansî Pelosî ragihand; îro demokrat û komariyan bi hev re cezayên tund li ser Tirkiyê sepandin, ji ber wan êrîşên ku li dijî hevbeşên me yên Kurd encam daye.”
Niha ku biryar hatiye pesendkirin, dê ji bo encûmena bilindtir wate Senatoyê bê şandin. Eger li wê derê jî bi piraniya dengan bê pesendkirin, dê ji bo Koşka Spî bê şandin. Paşê eger Serokê Amerîkayê îmzeyê li ser bike dê bibe yasa û kar bi wê yasayê bê kirin.
Li gor wê projeyasayê, cezakirina Tirkiyê herdu wezîrên berevanî û darayî yên wî welatî û herwiha hemû wan sazî û dezgehan li xwe digire ku pêwendiyên wan bi hêzên leşkerî yên Tirkiyê re hene.
Herwiha li gor projeyasayê, firotina çekan bi Tirkiyê tê qedexekirin.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî