Dema agirbestê li Rojavayê Kurdistanê dawî bû û HSD ji sînor vekişiya

  2019-10-29 23:56      279 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dema agirbestê li Rojavayê Kurdistanê dawî bû

Agirbesta 150 demjimerî ya li Rojavayê Kurdistanê ku ligor rêkeftina Soçî hatiye ragihandin, îro (29-10-2019) demjimêr 18:00’ê bi dawî bû.
Di derbarê vê mijarê de Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dema xwe ya diyarkirî de ji sînorê Tirkiyê vekişiyan.
Sergey Şoygu, aşkere kir ku HSD pêş dema diyarkirî bi dawî were bi demjimêrekê ji sînor vekişiya û polîsên Rûsya û zêrevanên sînor yên Sûriyê, ketin wê deverê.
Roja 22’ê Cotmeha 2019’ê Tirkiye û Rûsya li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkeftinek îmze kirin.
Rêkeftin ji 10 xalan pêk tê; yek ji wan xalan vekişîna hêzên YPGê bû ji sînorê Tirkiyê bi kûrahiya 32 kîlometran.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî