HSD pênc heyvin çavdêriya Ebûbekir Bexdadî dikir

  2019-10-27 22:01      322 Car hatiye dîtin        Şîrove
HSD 5 heyve çavdêriya Ebûbekir Bexdadî dikir û zanyariyên îstîxbaratî kom dikir

HSD ragihand ku operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî dê zûtir bihata kirin, lê jiber êrişa Tirkiyê ew operasyon heyvekê paşde ketiye.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl, ragihand ku operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bi zanyariyên îstixbaratî û şopandina wan hatiye encamdan ku 5 heyvan domandiye.
Rêdûr Xelîl, got: “operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî, tolhildanek bû ji bo tevaya wan kesên ku ji DAIŞê ziyan dîtine, bi taybetî jinên Kurd ên Êzidî.
       Ji aliyê din ve, Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê aşkere kir ku di çarçoveya rêkevtina Soçiyê û garantoriya Rûsyayê û sozên bi wan hatine dayîn de hêzên HSDê ji sînorê ligel Tirkiyê vekişiyan e û got: “Hin têbîniyên me liser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê hebûn. Rêkeftin bi me re nehatibû kirin û me rêkeftin red nekiribû. Piştî ew têbîniyên me hatin çareserkirin û hin garantî dan bi me, hêzên me ji sînorê Tirkiyê vekişiyan.”
Rêdûr Xelîl tekez kir ku ji niha û pê ve hêzên wan ne liser sînorin; Rûsya û rejîma Sûriyê ji kiryar û êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar berpirsyar in.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî