Rêkeftina Rûsya - Tirkiye bi bê beşdariya Kurd û nerîna Kurd hatiye kirin
2019-10-24 22:53     250 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê Amerîka şaşiyên xwe rast bike
Fermandarê Giştî yê Hêzên sûriyeya Demokrat Mazlûm Kobanî, aşkere kir; nerîn û têbîniyên xwe di derbarê bendên rêkeftina Rûsya – Tirkiye de liser Rojavayê Kurdistanê gîhandine destê Rûsya yê.
General Mazlûm Kobanî di civînekî çapemenî de ji bo rojnamevanan naveroka rêkeftinnameya nêvbera Rûsya û Tirkiyê nirxand û aşkere kir ku têbîniyên wan li ser çend xalên rêkeftinê heye û got: “ew rêkeftinname bi bê beşdariya Kurd û nerîna Kurd, hatiye kirin”.
Mazlum Kobanî di beşekî din axaftina xwe de aşkere kir ku Serok Tramp, pê ragihandiye ku ji bo demek dirêj dê beşek ji hêzên welatê wî li Rojavayê Kurdistanê bimine û got: “ezê paş arambûna rewşa Rojavayê Kurdistanê serdana Amarîkayê bikim”.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Kobanî, daxwaz ji Amerîkayê jî kir ku şaşiyên xwe yên di dema bihurî de rast bike.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan (22-10-2019), li Suçi, piştî civîna 6 demjimêr 20 xulekî, rêkeftinek derbarê Rojavayê Kurdistanê de îmze kirin.
Li gor rêkeftinê, Rûsya Polîsên Leşkerî yên Rûsî li Rojavayê Kurdistanê belav dike û bi Tirkiyê re dê gerên hevbeş bikin û rêkeftina Edeneyê cîbicî bikin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir