Pişka Kurdistan bi qasî yek trilyon dînar hat zêdekirin
2018-03-05 22:24     382 Car hatiye dîtin      Şîrove
Diravê Iraqê
Hikûmeta Iraqê, bi qasî 1 trilyon dînar zêdekirina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, razî bû.
Biryarderê lijneya darayî û endamê fraksiyona Komela Îslamî li parlementoya Iraqê bi medyaya fermî ya partiya xwe ragihandiye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî razîbûna xwe nîşan daye, da ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018 ya Iraqê bi qasî 1 trilyon dînar bê zêdekirin.
Endama lijneya darayî ya parlementoya Iraqê Mesûd Heyder jî gotiye; beşê budceya Herêma Kurdistanê dê bibe 7 trilyon û 597 milyar dînar, wate beşê budceyê ya Herêma Kurdistanê digihêjê ji % 14’an.
puknow
Babetên zêdetir