Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêşiya avahiya NY xwe şewitand
2019-10-23 20:15     291 Car hatiye dîtin      Şîrove
Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêşiya avahiya NY xwe şewitand
Kurdekî Rojavayê Kurdistanê li pêş Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî (UNHCR) li Cenêvê, agir berda xwe.
Polîsa Cenêvê ragihand, Kurdekî, li ber avahiya Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî li Cenêvê agir berda laşê xwe û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Peyvdarê Polîsê Cenêvê ragihand, ew Kurdê agir berdaye bedena xwe li Almanyayê bicih dibe û bi helîkopterê ji bo Nexweşxaneya Zanîngehê li bajarê Lozanê hat rakirin û niha çareseriyên bijîşkî werdigire.
Li gor li tora civakî hatiye belavkirin, navê wî Elî Wezîr e û ji bajarê Hesekê ye û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî li hember êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê, agir berdaye bedena xwe.
Ji aliyê xwe ve Peyvdarê Komîsyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî got: “Derbarê wê bûyerê de em hest bi xemgîniyê dikin. Mirovekî agir berda bedena xwe û hewl da bikeve avahiya Komîsyonê, lê efserên ewlehiyê û karmendên xizmetguzariyên agirkuj destêwerdan kirin û agir vemirandin”.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir