Balafirên bê balafirvan yên Tirkiyê 2 kadroyên KCKê li çiyayê Ezmer nêzîk Silêmaniyê kuştiye
2019-10-22 15:14     335 Car hatiye dîtin      Şîrove
Encamên lêkolînan aşkere dike ku balafirên bê balafirvan yên Tirkiyê 2 kadroyên KCKê li Silêmaniyê kuştiye
Asayîşa Herêma Kurdistanê / Silêmanî bi daxuyaniyek nivîskî ronahî xist liser bûyera çiyayê Ezmerê (15-10-2019) û aşkere kir ku 2 kadroyên KCK’ê bi rêya balafirên bê balafirvan yên Tirkiyê ve hatine kuştin.
Asayîşa Herêma Kurdistanê / Silêmanî, ragihand; piştî lêkolînên wan li ser bûyera êvara roja 15’ê vê heyvê ku di nêvbera demjimêr 15:10 xulek bo 15:15 xulekan de qewimiye; derketiye ku du kadroyên bala yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi navên Cemîl û Demhat, ji aliyê balafirên bê balafirvan yên Tirkiyê ve hatine armanckirin.
Herwiha di daxuyaniyê de serinc bo cîhê bûyer lê qewimiyê hatiye kişandin ku cîhekî geştiyariyê ye û bi berdewami welatiyên sivîl serdana wir dikin û hatiye diyarkirin ku ew, tev binpêkirinên liser xak û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar dikin û bang li hemû aliyekî dikin xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo êrişkirin bo ser welatên cînar, bikar neynin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir