Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî civiya

  2019-10-21 22:57      581 Car hatiye dîtin        Şîrove
30 aliyên siyasî ku Hevpeymaniya Kurdistanî pêk tînin peymannameyek îmze kirin

Pêkhênerên “Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî” ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, îro (21-10-2019), li Silêmanî, li avahiya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), civiya. 
Pêkhênerên “Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî” ku ji 30 aliyên siyasî yên Kurd, Ereb, Turkman û pêkhateyên din li sînorê Kerkûk, Diyale û Nînowa pêk tê, ji aliyê Ebdurehman Mistefa ve serokatiya wê dike. 
Di civînê de nûnerên 30 aliyan, gotûbêj li ser danîna lijneyekê ji bo darijtina şîar û bernameya siyasî bi hersê zimanên kurdî, erebî û turkmanî û rîzbendiya berbijêrên aliyên beşdar di lîsteya “Hevpeymaniya Kurdistanî” de kirin. 
Paşê lijneyek taybet bi ziman ji bo diruşm û peyama hilbijartinê hat pêkanîn û aliyên beşdar liser rîzbendiya aliyan di lîsteyê de lihev kirin. 
Di dawiyê de 30 aliyan beşdar di lîsteyê “Hevpeyaniya Kurdistanî” de peymannameyek îmze kirin. 
Peymanname bi vî awayî ye:
Em 30 aliyên siyasî, pêkhênerên “Hevpeymaniya Kurdistanî” soz didin ku girêdayî yekrîzî û tebayiya Hevpeymaniya Kurdistanî bin. Emê bi her cûrekî, kar ji bo serkevtin û piştevaniya vê hevpeymaniyê bikin, heta hemû qonaxên hilbijartin û danîna postan li parêzgehan bê yekalîkirin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî