Amerîka û Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê lihev kirin

  2019-10-18 01:20      341 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tirkiye bi kurahiya 32 km'an li Rojavayê Kurdistanê herêma ewle ava dike

Wefda Amerîkayê ku ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve û jimareyek ji rayedarên pile bilind pêk dihat, îro (17-10-2019), li Enqerê, ligel Serokkomarê Tirkiyê û Wezîrê Derve û jimareyek ji rayedarên pile bilind yên Tirkiyê civiyan û di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de lihev kirin.
Amerîka û Tirkiye rêkeftinek 13 xalî îmze kirin;
1 - Tirkiye û Amerika weke du endamên NATO’yê tekezî liser pêwendiyên xwe dikin û Amerika, dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê ewleyiya sînorê wê yê başûr, fêm dike.
2 - Tirkiye û Amerika, peşiyê li xaka bakurê rojhilatê Sûriyê, liser bingeha berjewendiyên hevbeş, dê tevbigerin.
3 - Tirkiye û Amerîka tekeziyê liser sozên xwe yên ji bo parastina xaka NATO û hemwelatiyên wê dikin.
4 -Her du welat, tekezî liser parastina jiyan û mafên mirov, kêmîniyên olî û etnîkî li Sûriyê dikin.
5 – Tirkiye, dê asayîşa xelkê ku di nêv sînorê navçeya aram de dimîne, biparêz e.
6  - Tirkiye û Amerika, têkoşîna dijî terorê bidomînin û rê nedin cardin serhildana DAIŞ’ê.
7 - Aliyê Tirk di heremên ewle de ku dê di bin kontrola Tirkiyê de be, ewleyiya hemû niştecihên deverê dê dabîn bike.
8 - Her du alî tekeziyê liser yekîtiya siyasî, rêzgirtin li yekparçeyiya xaka Sûriyê û di çarçoveya biryara Encûmena Asayişa Navneteweyî ya hejmar 2254 de çareserkirina pirsgîrêka Sûriyê dikin.
9 - Her du alî, komkirina çekên giran ên YPGê û nehiştina bingehên we yên şer di çarçoveya nehiştina dilgiraniyên Tirkiyê de ji bo pêkanîna herêma ewle, fêm dikin.
10 -Herêma Ewle ku bi kûrahiya 32 km’an heta Başûrê Kurdistanê direj dibe dê di bin kontrola Artêşa Tirkiyê de be û her du alî, dê bi hevûdu re kar bikin.
11 - Tirkiye dê navberê bide Operasyona Kaniyê Aştiyê ji bo ku YPG di heyama 120 demjimêran de ji herêma ewle vekişe. Piştî ku proseya vekişînê bi temamî hat bicîhkirin, Operasyona Kaniya Aştiyê dê bê rawestandin.
12 - Dema ku Tirkiyê operasyonên xwe rawestand, ew cezayên ku Amerîkayê biyar dabûn bi ser Tirkiyê de bisepîne, bên rakirin
13 - Her du alî ji bo pêkanîna van hemû armancan dê bi hevûdu re kar bikin.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî