Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekxistina karînên xwe ji bo rawestandin şer grîng dizanîn
2019-10-17 18:12     268 Car hatiye dîtin      Şîrove
Yekgirtina aliyên siyasî ji bo rûbirûbûna vê qonaxê zarûriyet e
Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku fraksiyonên wan li Parlementoya Kurdistanê hene, roja Çarşemê (16-10-2019), li Hewlêrê, li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, civiyan û gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî û ewlehî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn û rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin.
Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo sekinandina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştî û diyalogê, xebata hevbeş granbiha zanîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, rewşa Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdadê, êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û helwesteka hevbeş ya aliyên siyasî, mijarên sereke yên civînê bûn.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya yekhelwestiya aliyên siyasî ji bo amadebûn û rûbirûbûna her pêşkevtinekî neçaverêkirî liRojhilata Navîn û rewşa hestiyar ku Herêma Kurdistan û Iraqê jê derbas dibin, hat kirin.
Beşdarvanên civînê, ragihandin ku divê Kurd di peywendiyên xwe yên ligel Iraqê de xwedî helwesteke hevbeş be û diyalogê li ser bingeha misogerkirina mafên gelê Kurd, bi aliyên siyasî yên Iraqê re bike.
Di civînê de êrişa Tirkiyê ya liser Rojavayê Kurdistanê û şer û pevçunên li wir rû didin, hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya hebuna stratejiyeke rasteqîn ya Herêma Kurdistanê ji bo parastina gel û berjewendiyên wê, hat kirin.
Aliyên ku beşdarî civînê bûn ji bo rawestandina êrişan, çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştî û diyalogê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyê, bal kişandin liser seferberiya hewldanên dîplomatîk yên hemû aliyan.
Aliyên ku beşdarî civînê bûn;
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Tevgera Goran
Partiya Komela Îslamî (Komel)
Partiya Yekgirtûya Îslamî (Yekgirtû)
Hevpeymaniya Yekitiya Niştimanî
Partiya Geşepêdan a Tirkmenan
Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê
Tevgera Asûrî
Eniya Tirkmenî
Partiya Zehmetkêş û Kedkarên Kurdistanê
Partiya Çaksazî ya Tirkmenan
Encûmena Gel a Asûrî-Suryanî
Lîsteya Gel
Lîsteya Ermeniyan.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir