Hewlêr – Dijî êrişên Tirkiyê xwepêşandan hat darxistin

  2019-10-12 18:03      261 Car hatiye dîtin        Şîrove
Kurdên Rojavayê Kurdistanê dijî DAIŞê şerekî dîrokî kiriye

Dijî Artêşa Tirkiyê û mîlîsên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ku ev çar rojin êrişên asmanî û bejahî dibin ser Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan li ber avahiya Neteweyên Yekgirtî (NY) li Hewlêrê, hat darxistin. 
Xwepêşanderan daxwaz kirin ku hêrişên bo ser Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin û NY bi erkê xwe yê yasayî ve rabe; çunkî, kurdên Rojavayê Kurdistanê dijî DAIŞê şerekî dîrokî kirine û nabê carekî din li ser xaka xwe bibin koçber.
Ligorî amarên NY, nêzîkî 100 hezar mirov li Rojavayê Kurdistanê jiber şer û bombebaranê li ser xaka xwe bûne koçber û jimareyek zêde welatiyên sivîl jî canên xwe jidest dane û brîndar bûn e.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî