Jiber êrişên asmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyê jimareya qurbaniyên sivîl rojbiroj zêde dibin
2019-10-12 01:05     296 Car hatiye dîtin      Şîrove
Êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlehiya Rojihalata Navîn, Awrupa û Cîhanê jî metirsiyek mezin e
Baliferên şer û topxaneyên Artêşa Tirkiyê bi hevahengiya Artêşa Sûriyeya Azad, bajar û bajarok û gundewarên Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike. Li gundewaran jî şer û pevçûn di nêvbera HSDê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad de rû didin.
Îro (11-10-2019), hêzên tophavêjên Artêşa Tirkiyê û balafirên şer, Qamişlo, Serêkaniyê û Dirbesiyê kirin armanc. Jiber êrişan, jimareyek welatiyên sivîl şehîd û brîndar bûn. Li navenda bajarê Qamişloyê, otomobîlek bamberêjkirî ku DAIŞ berpirsyariya wê girtiye stuyê xwe, hat teqandin û di encam de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û 2 welatî jî brîndar bûn. Herwiha, jiber ku topek li nanxaneya serekî ya bajarê Qamişlo ket, 6 kes jî brîndar bûn. Ligorî çavkaniyên nûçeyan û aliyên şer Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Turkiyê, rojbiroj jimareya kuştî û brîndaran zêde dibin û nêzîkî 100 hezar şêniyên navçeyên şer, warên xwe bicîh dihêlin.
Li beramber operasyona Artêşa Tirkiyê ku bi navê “Kaniya Aştiyê” pêk tîne bo ser Rojavayê Kurdistanê, hewlên dîplomatîk yên Yekîtiya Awrûpa (YA) û Netewên Yekgirtî (NY) û Civata Ewlehiya Nêvdewletî di rojevê de ne ji bo rawestandina vê opersyonê. Welatên Awrûpa ku hin ji wana endamên herdemî yên Civata Ewlehiya Nêvdewletî ne, bi dijwarî dijî operasyona Tirkiyê helwest nîşan didin. Lê, endamên Civata Ewlehiya Nêvdewletî di civîna xwe ya perê de li ser êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê de nekarîn hevra bin û bigihêjin encamekî hevbeş.
Ji aliyê din ve hin welatên Awrûpayê biryar dan ku çek û alavên leşkerî êdî nefroşin Tirkiyê. Hikûmeta Fransa jî bi tûndî hişyarî da Balyozê Tirkiyê yê li Fransayê ji bo rawestandina operasyonê.
Deshilat jî bi Wezareta Gencînê ya Amerîkayê hatiye dayîn ku eger Tirkiye wana neçer bike, cezayên aborî yên bi bandor bi ser aboriya Tirkiyê de bisepîn e.
Rewşa girtiyên DAIŞê yên di zindanan da ku jimareyek ji wan karinê ji vê rewşa şer derfetê bibînin û birevin û jin û zarên wan yên di kampan de jî di rojeva cîhanê de cîh digre û Rusya hişyariyê dide li ser vê metirsiyê.
Ligel berdewamiya êrişên bo ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ku jimareya qurbaniyên sivîl bi berdewamî bilind dibe, danustanên dîplomatîk yên nêvdewletî jî ji bo dawî li vê rewşê bînin xurt dibin. Encamên êrişên sê rojên raborî yên Tirkiyê jî nîşan didin ku welatiyên sivîl qurbaniyên sereke ne û ev rewş, metiriyek mezin li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û Cîhanê jî durust dike.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir