Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

  2019-10-10 10:56      300 Car hatiye dîtin        Şîrove
Artêşa Tirkiyê operasyona asmanî û bejayî bo Ser Rojavayê Kurdistanê encam dide

Artêşa Turkiyê, duhî (09-10-2019), piştî topbaranê, dest bi operasyona leşkerî kir.
Di despêkê de balafirên Tirkiyê çend cihên li sînorê navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî û hin gundewarên bajar û bajarokên din yên Rojavayê Kurdistanê, bombebaran kirin.
Paşê, derengê şeva raborî, leşkerên Artêşa Turkiyê bi rêya bejahiyê ji çar xalan derbasî Serêkaniyê û Grê Spî bûn. 
Di êrişên topxaneyên Artêşa Turkiyê de li Qamişlo ji malbateke krîstiyan bawer 5 kes brîndar bû ne. Ligor çavkaniyên ne resmî bi giştî 9 kes şehîd bû ne û 8 kes jî brîndar bû ne.
Ji demjimêr 02:30’ê vê sibehê vê dengê çekan qut bû ye, lê piştî derketinê rojê cardin li hin deverên Serêkaniyê pevçûn di nêvbera HSD û leşkerên tirk û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad de despê kiriye. Herwiha, navçeya Serêkanî û gundewarên wê tên topbarankirin. 
Jiber êrişên asmanî û bejayiyê, praniya şêniyên navçeya Serêkaniyê berê xwe dane warên aram.
Ji aliyêkî din ve nerazîbûn û bertekên nêvdewletî jî beramber operasyonê Artêşa Tirkiyê bi beşdariya çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad, zêde dibin û biryare Civata Ewlehiyê ya Nêvdewletî, îro bicive û gotûbêjê liser vê operasyonê bike. 
Ligorî, daxuyaniyên berpirsên bala yên Tirkiyê, operasyona “Kaniya Aştiyê” bi hinceta metirsiya PKK û PYDê li ser ewlehiya niştimanî ya Tirkiyê, tê lidarxistin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî