Fransa: Agirbesta li Sûriyê Efrînê jî digre bergeha xwe
2018-02-26 17:39     371 Car hatiye dîtin      Şîrove
Emmanuel Macron û Erdogan li ser Efrîne axivîn
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro (26-02-2018) bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re axivî û diyar kir; Efrîn jî di nav wê agirbesta Neteweyên Yekgirtî de (NY) de cîh digre ku dawiya heftiyê ( 25-02-2018) ji Sûriyê xwestibû.
Serokatiya Fransayê îro daxuyaniyek weşand û tê de ragihand; Serokkomarê Fransayê ji hevkarê xwe yê Tirkiyê re teqez kiriye ku agirbesta mirovî ji bo hemû xaka Sûriyeyê ye û Efrînê jî digre bergeha xwe.
Herwiha teqez kiriye ku welatên garantor ên Astanayê; Rûsya, Tirkiye û Îran berpirsyarên rasterast yên sepandina agirbestê ne û divê vê biryarê praktîze bikin.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag ragihandibû; biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya agibesta li Sûriyê, tenê ji bo hinek herêmên Gutaya Rojhilatê ye û Efrîn ne tê de ye û biryara han dê çi bandorê li operasyona Artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê neke.
puknow
Babetên zêdetir