YPG wê li gorî agirbesta NY tevbigere

  2018-02-25 14:49      451 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arşîv - Şervanên YPGê

YPGê ragihand ku ewê bi agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî pêbend bin û li beramber  êrîşên Artêşa Tirk, mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku ji bo 30 rojan agirbest Efrîn jî di nav de li gelemperiya Sûriyeyê ragihand, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YPG ji bilî rêxistina terorê DAIŞê, biryara agirbeste cîbicî bike û li dijî her êrişên Tirkiyê jî mafê parastina rewa pêk bînin. 
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hejmara /2401/ ya 24'ê Sibata 2018'an roja Şemiyê bi armanca alîkariyên mirovî derbasî Sûriyeyê werin kirin li tavahî Sûriyeyê, Efrînê jî di nav de agirbest bê ragihandin. 
puknow 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî