Alîyên kurdistanî bi “Lîsta Kerkûka Kurdistanî” beşdarî hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûke dibe
2019-09-09 23:13     310 Car hatiye dîtin      Şîrove
Kurd bi Lîsta Kerkûka Kurdistanî beşdarî hilbijartinên encumenên parezgehan dibe
Aliyên kurdistanî yên Kerkûkê bi bê beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan û biryar dan bi lîsta hevpar beşdarî hilbijartinên parêzgehên Iraqê bibe ku navê wê jî “Lîsta Kerkûka Kurdistanî” ye.
Nûnerên partî û aliyên siyasî yên kurdistanî yên Kerkûkê, îro (09-09-2019), li baregeha Partiya Kominîst ya Kurdistanê ya li Kerkûkê civiyan.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Kominîst ya Kurdistanê Sidîq Ehmed di civînekî çapemeniyê de ragihand; aliyên kurdistanî rêkevtine ku bi hevre û bi yek lîst beşdarî hilbijartina encumena parêzgeha Kerkûkê bikin û navê lîsteyê jî “Lîsta Kerkûka Kurdistanî” ye.
Sidîp Ehmed, ragihand; biryar hatiye standin ku aliyên siyasî yên Kerkûkê dê kar bikin ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinên encumenên parêzgehan.
Aliyên kurdistanî yên Kerkûkê, daxwaz ji Civata Parêzgeha Kerkûkê jî kirin ku bi lez bicivin û berbijêrê Lîsta Brayetiyê ji bo postê parêzgarê Kerkûkê pesend bike.
Biryare 1’ê Nîsana 2020’ê hibijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bi rê ve biçe.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir