Sêyê Tebaxê wek roja Komkujiya Kurdên Êzdî hat diyarkirin
2019-08-03 14:24     384 Car hatiye dîtin      Şîrove
Parlementoya Kurdistanê 3'ê Tebaxê wek roja Komkujîya Kurdên Êzdî diyar kir
Parlementoya Kurdistanê, îro (03-08-2019), 3’ê Tebaxê wek roja komkujiya kurdên êzdî diyar kir.
Jiber ku Parlementoya Kurdistanê di behnevedanê de ye civîn bi civînekî ne asayi hat jimartin û bi dengê 87 endamên parlementoyê, hat pesendkirin.
Roja 3’ê Tebax 2014’ê, DAIŞê êrişî ser Şengal û derdorê kir û komkujî encam da.
Ligor tomarên Nivsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan, 4410 kes hatine revandin û ji wana 3509 ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir