Pêwîste Maddeya 140 bi temamî bê cîbicîkirin

  2019-07-31 12:52      343 Car hatiye dîtin        Şîrove
Pêwîste Maddeya 140 bi hemû xal û bendên xwe bê cîbicîkirin

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku karkirin bi Maddeya 140 ya destûra Iraqê taybet bi navçeyên nakokî li serin, dê berdewam be. 
Peyivdarê Dadgeha Bala a Iraqê Eyas Samûk, duhî (30-07-2019), li Bexdadê, ragihand; karkirin bi Maddeya 140 ya Destûra Iraqê dê berdewam be, bi hemû xal û bendên xwe; çunkî beşek ji xal û bendên Maddeya 140’ê nehatine cîbicîkirin. 
Dadgeha Bala ya Iraqê teqez kir ku peywendiya biserçûna demê û dema cîbicîkirina Maddeya 140’ê bi cewhera maddeyê nîne û pêwîste ew madde bi temamî bê cîbicîkirin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî