Gorek bi kom hat vedan ku termê jin û zarên kurd yên bi zindî hatine binaxkirin têda ne

  2019-07-23 23:45      319 Car hatiye dîtin        Şîrove
Jin û zarên kurd bi zindî hatine binaxkirin

Danê vê sibehê (23-07-2019), gorek bi komel ku ji jin û zarên kurd yên enfalkiriyan pêk tê, li Semawaya Iraqê hat vekirin. 
Peyivdarê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan yên Herêma Kurdistanê Fuad Osman, di rûpela xwe ya taybet  de di tora civakî feysbûkê de wiha nivîsandiye: “li vir çendîn dimenên Omerê Xawerê kurdan li sehraya Semawe dubare dibin, çendîn zarok di hemêzên daykên xwe de bi zindî hatine binaxkirin”.
Di gora bi kom de zêdetir ji 80 terman jin û zarên kurd têda ne û ji aliyê rejîma Beasa Iraqê ve bi zindî hatine binaxkiri ku yek ji wan tawanên din ye wê rejîmêye ku li dijî Gelê Kurd hatiye encamdan. 


Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî