Efrîn – Şer û pevçûn berdewamin

  2018-02-07 19:54      403 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tankên Artêşa Tirkiyê ber bi sînorê Efrînê ve diçin

Oparasyona Artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê berdewame û hewlên leşkeran yên ji bo pêşve çûnê, bi çekê hewanan tê bersivdan.

Çavkaniyên nûçeyan yên Tirkiyê, ragihandin ku li gundê Xurzê li sînorê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê, leşkerên Artêşa Tirkiyê ketine ber êrîşên bi çekên hewanan yên şervanên YPG û YPJê û 2 jê giran û 10 leşker birîndar bûne.

Ji 20-01-2018’ê ve Artêşa Tirkiyê operasyonek leşkerî bo ser Efrînê daye destpêkirin û şervanên YPG û YPJê rûbirû êrişên wan dibin.

       Ji aliyê din ve cîgirê serokê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) Hayati Yazici ji çapemeniyê re ragihand ku ewê hewlên xwe yên navdawletî xurt bikin, da ku PYD û YPGê bixin nav lîsta terorê ya cîhanî.

Herwiha, da zanîn ku gellek dewletên weke Amerîka, Çîn, Rûsya û Frensa, YPGê weke rêxistina terorîst nabînin û li Moskowê nûneratiya YPGê, heye.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî