Arşîv - Hejmartina dengan
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Tevgera Goran, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî a Kurdistan, xwe ji bo hevpeymaniyê amade dikin, da ku li Kerkûk û navçeyên din yên kurdistanî bi yek lîst beşdarî hilbijartinên Iraqê, bibin.
Endama polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, bi PUKNOW re ragihand; tevaya aliyên kurdistanî li ser daxwaza Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (07-02-2018), li Hewlêrê civiyan. Aliyên kurdistanî, gotûbêj li ser bi yek lîst beşdariya Kurd di hilbijartinên Iraqê de kirin û amadebûna xwe ji bo vî karî nîşan dan.
Seidî Pîrê, got: “YNK ji bo dengên Kurd heba neçin û yekrîziya Kurd bê parastin, beşdariya Kurd bi yek lîst, bi karekî baş dizane.
Seidî Pîrê, da zanîn ku sibê (08-02-2018) dê cardin bicivîn û biryara dawîn li ser vê mijarê bidin û gotûbêje li ser astê hunerî (teknîkî) bikin.
Roja 12-05-2018’ê hilbijartinên parlementoyê û civatên parêzgehên Iraqê, dê bireve biçin.
puknow