Silêmanî - Xwepêşandan li dijî êrişên Tirkiyê li ser Efrîn ê
Girseya gel, îro (29-01-2018) li bajarê Silêmanî, li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê, xwepêşandan kirin.
Xwepêşanderan ji cadeya Salim heta ber baxê Giştî yê bajarê Silêmanî meşiyan; bi pankart û sloganan êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo Efrînê ragihandin.
Xwepêşanderan bi beyannameyekê êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin û daxwaz kirin ku êrîş bi lez, bê rawestandin.
Girseya gel, daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, raya giştî ya navçe û cîhanê jî kirin ku givaşê bixin ser Tirkiyê, da ku neçar bibe êrîşên xwe rawestîn e.
Herwiha, daxwaz kirin ku ew tawanên li dijî welatiyên sivîl yên Efrînê hatine kirin wek tawana li dijî mirovahiyê bê nasîn û li dadgeha navdewletî jî doza yasayî li dijî Tirkiyê bê tomarkirin.
puknow