Dengderên navên xwe tomar kirine, dikarin nasnameyên xwe werbigrin

  2018-01-24 19:39      329 Car hatiye dîtin        Şîrove
Rêvêberê ofîsa Silêmanî ya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hewrê Tofîq

Ofîsa Silêmanî a Komisyona Bilind ya Serbixwe a Hilbijartinan, ragihand; li tevaya bajar û bajarokan bingehên dengdanê hatine vekirin ji bo tomarkirina navên welatiyan di sîstema bayometrî de û ew welatiyên navên xwe di sîstema bayometrî de tomar kirine, dikarin nasnameyên xwe yên ji bo hilbijartinan werbigrin. Yen dixwazin navên xwe tomar bikin, dikarin di demek nêzde nasnameyên xwe werbigrin û mafê beşdarîkirinê werbigrin.

Rêvêberê ofîsa Silêmanî ya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hewrê Tofîq, roja Sêşemiyê (23-01-2018) li Silêmanî di civînek rojnamevanî de da zanîn; 10 Sibat 2018, dawîn roje ji bo lîstên bernavzetan ji bo parlementoya Iraq û hemû partiyên siyasî yên Herema Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê xwe tomar kirine.

Herwiha, aşkere kir ligora yasaya hilbijartinan, divê bernavzed xwediyê bawernameyên zanîngehê (bekaloriyos) bin, vêca dikarin xwe berbijar bikin.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî