Civata Navdewletî êrişên bo ser Efrînê şermezar nekir

  2018-01-23 23:43      410 Car hatiye dîtin        Şîrove
Civîna Civata Ewlehiya Navdewletî li ser êrişa Tirkiyê bo ser Efrîn ê

Civata Ewlehiya Navdewletî ku li ser daxwaza endamê herdemî Fransayê civiya (23-01-2018), bê ku danezanekî şermezarkirin û biryarekê hevbeş di derbarê Efrînê de bide bi dawî bû.

Balyozê Fransa li Netewên Yekgirtî Fransiwa Dolater di daxuyaniya xwe de tenê bal kişand li ser rewşa Bakûrê Sûriyê û da  zanîn ku karê wan yê sereke yekrîzî navbera hevpeymanan e di şerê dijî DAIŞê de û Efrîn jî bi vê rewşê tenê dibe beşek ji krîzên Sûriye.

Fransa li ser êrîşa Artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar yên opozîsyona Sûriyê bo ser Efrînê (20-01-2018), bang li civatê kiribû vê mijarê gotûbêj bike.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî