Arşîv - Civata Ewlehiyê ya NY
Fransa, îro (21-01-2018), bang li Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) kir ku bi awayê lezgîn ji bo Efrînê bicivin.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku wan, bang li Civaka Ewlehiyê ya Netewên Yekgirtî (NY) kiriye, da ku bi lez bicivin û êrîşa Artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê, gotûbêj bikin.
Wezîrê Derve yê Fransayê, banga agirbestê jî li herdu aliyan kir û daxwaza gîhandina alîkariya mirovî kir.
Artêşa Tirkiyê, duhî (20-01-2018) operasyoneke leşkerî bo ser Efrînê da destpêkirin; bi balafirên şer û çekên giran yên dûrhavêj, navçe, gund û gundewarên Efrînê topbaran kir û êrişên Artêşa Tirkiyê hêj berdewam e.
puknow