Topbarankirina bejahiya Efrîn
Jimareyek balaferên şer yên Artêşa Tirkiyê, îro ( 20-01-2018) navçeyên sînorê
Efrînê, topbaran kirin û jimareyek hemwelatî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ji zarê çalakvanên siyasî, ragihandin ku demjimêr 17:00’e,
balafirên şerê yên Artêşa Tirkiyê , çend navçeyên derûdora Efrînê kirine
armanc. Di wên êrişan de zêdetir ji 7 hemweletî birîndar bûne.
Çavkaniyan aşkere kirin; navçeyên Raco, Şêrawa, Çiyayê Lêlûnê û Bîlal,
gundê Eyn Deqne yê navçeya Şera û gundê Mamûla Hecîka û balafira Ming, hatine
bombebarankirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzeke
bi bandora têda, amadebûna xwe ji bo rûbirûbûna her êrişeke, ragihand.
Êrîşên hêza asmanî ya Artêşa Tirkiyê, hevdeme ligel daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan ku
ragihan; îro (20-01-2018) bi praktîkî operasyona Artêşa Tirkiyê ya ji bo ser
Efrînê, destpê kir.
puknow