YNK kiryarên terorîstî yên li Kerkûkê şermezar kir
2019-05-31 04:40     330 Car hatiye dîtin      Şîrove
Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê teqînên li Kerkûkê şermezar kir
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, bi tûndî teqînên li Kerkûkê şermezar kir û daxwaz ji sazî û dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê kir ku bilez ew kesên karên terorîstî encam dane bên darizandin.
Teksta daxuyaniyê:
Bi êş û xemgîniyek mezin, jiber teqîna bombeyan bajarê Kerkûkê hejiya, ligel şermezarkirina tûnd ya wê kiryara terorîstiyane, sersaxiyê li kesûkarên şehîdên vê kiryara terorîstî dikin û hêviya zû başbûne ji bo birîndaran dixwizin.
Pêwîste hikûmeta Iraqê, sazî û dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê, encamderên wan kiryarên terorîstî bibîne û cezayên yasayî bide wan. Ev kiryara terorîstiyane astengiya serekeye liber bihevre jiyana aştiyane ya nêvbera aliyan û dibe rêgir li ber asayîbûna rewşa bajêr.
Daxwaz ji aliyên siyasî dikim, hemû bihevre hewlên xwe ji bo parastina jiyana welatiyan û asayîbûna rewşa deverê, Kerkûk û navçeyên kurdistanî bixin ger, bi cûrekî ku hevahengî û hevbeşiyek xurt di nêvbera hêzên Pêşmerge, asayîş û hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê de hebe.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Kosret Resûl Elî
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir