Yekgirtiya Îslamî a Kurdistan ji hikûmetê vekişiya
2018-01-16 23:30     410 Car hatiye dîtin      Şîrove
Emîndarê giştî ye Yekgirtûya Îslamî
Partiya Yekgirtiya Îslamî a Kurdistanê, paş civîna civata serkirdayetiyê ku du rojan dom kir, îro ( 16-01-2018) biryara da ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vekiş e.
Di civîneke rojnamevanî de emîndarê giştî yê Yekgirtiya Îslamî Selahedîn Mihemed Behadîn, ragihand ku bi koma dengê serkirdayetiyê, biryar hat dayîn ji hikûmetê vekişin.
Selahedîn Behadîn, da zanîn ku têbîniyên wan li ser edaya hikûmetê hebû û herwiha, nekarî bi ser pirsgirêkan de zal be.
Partiya Yekgirtiya Îslamî ji bo mayîn di hikûmeta Herêma Kurdistanê de proje û mercên xwe pêşkêş kiribû û dem diyar kiribû.
puknow
Babetên zêdetir