Çareserkirina pirsan bi pêngavên kirdarî dibe ne bi axaftin e
2018-01-11 19:29     374 Car hatiye dîtin      Şîrove
Logoyên hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdadê de ragihand; êdî pêwîste qonaxa daxuayniyên rojnamevanî û peyvan li paş xwe bihêlin û gavên piraktîkî biavêjin.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, roja Çarşemiyê (10-01-2018) bi daxuyaniyekê ku di Malpera resmî ya hikûmetê de hatiye weşandin, bersiva gotinên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da.
Dizeyî wiha axiviye:
“Daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê bûye modeleke heftiyanê û bi berdewamî gotinên berê dubare dike û ev yek me nagihîne çi encamekê. Eger Hikûmeta Îraqê bi rastî niyeta çareserkirina pirsgirêkan hebe, bila bê digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî cîddî diyalogê bike û li gor destûrê pirsgirêkan çareser bikin û bigihin encamekê ku di berjewendiya hemû Îraq û Herêma Kurdistanê de be. Em hêvîdarin, êdî ji qonaxa daxuayniyên rojnamevanî û gotinan derbas bibin û gavên piraktîkî biavêjin.”
“Ew jimareyên serokwezîrê Îraqê li ser hinartin û dahatiniya nefta Kurdistanê behs dike bi temamî ji rastiyê dûr in. Paş çend rojên din dema kompaniya cîhanî Deloitte rapora xwe ya hûrbînîyê biweşîne, wê rastî derkeve holê.”
“Ji wê roja ku Ebadî behsa şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dike, heta niha di warê piraktîkê de ji gotinan zêdetir, tiştek jê berhem nehatiye.Ya ku niha Hikûmeta Îraqê li hember hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dike ji bilî cezakirina gelê Kurdistanê, tiştek din nine û tu nav û pênaseyeka din hilnagire. Hemwelatiyên Kurdistanê baş ji wê rastiyê têgihiştine û wisa lê hatiye ku berî birêz Ebadî di preskonferensê de biaxive, dizanin dê çi bêje, ji ber ku heman peyv û heman hevokan dubare dike û tiştek nû tune.”
puknow
Babetên zêdetir