Douglas Silliman piştevaniya Waşintonê bo şandina mûçe aşkere kir

  2018-01-11 18:57      429 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arşîv - Douglas Silliman

Balyozê Amerîka yê li Bexdadê Douglas Silliman, Çarşemiya raborî ( 10-01-2018) ragihand ku welatê wî teqezî li ser mayîna Herêma Kurdistanê  di çarçoveya Iraqa yekgirtî de dike û piştevaniya çareserkirina pirsan û şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, dike.

Douglas Silêman aşkere kir; sibêrojê dê ligel kesayetiyên siyasî yên Iraqê biaxivin û Waşinton piştevaniyê dide pêdana miaşên miaşgirên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsên sînor û deriyên gumrikan.

Herwiha, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdadê, yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, girîng e û Waşinton ji ber parvebûn û cûdabûna aliyên siyasî yen Kurd, xemgîn e.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî