Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro (08-02-2018), paş civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de ragihand; eger Bexdad bixwaze amar û hejmarên derbarê derxistin û firotina petrola Kurdistanê bizane, ew amade ne amaran bidin bi wan.
Nêçîrvan Barzanî, aşkere kir; di civînê de rapora kompanya Deloitte ya derbarê dahat û xercên petrola Herêma Kurdistanê yên 6 heyvên dawîn hatiye xwendin û nirxandin ku kompanya Deloitte hûrbgiliyê li ser proseya derxistin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike. Ji bo şefafî û zelaliya di proseya derxistin û firotina petrola Kurdistanê de biryar dane bi kompanyayên cîhanî re rêkeftinê bikin ku kompanyaya Deloitte jî yek ji wana ya navdewletî û bawerpêkirî ye.
Barzanî hêvî xwest, hûrgiliyên di raporên kompanyaya Deloitte de bibin sedema zelalbûna gumanên di navbera Hewlêr û Bexdadê de.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn; piştî ku Bexdadê di Sibata 2014ê de bûdceya Kurdistanê qut kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê di Gulana 2014ê de dest bi hinardekirina petrolê kiriye û niha, ji sala 2014ê û vir ve hûrgiliyê li ser derxistin û firotina petrola Kurdistanê tê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bali kişand li ser biryara Bexdadê ya ji bo dayîna miaşên wezaretên Tenduristî û Perwerdeyê ku heta niha, ne şandiye û diyar kir; eger Bexdad ji bo şandina meaşên fermanberên Kurdistanê cidî be, ew amadene karhêsaniyê bikin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja 5 Cotmeh 2016 bi kompanyaya Deloitte re rêkeftinek îmze kir û ji wê demê ve ew kompanya pêdaçûnê li ser hûrgiliyên dahata petrola Herêma Kurdistanê dike.
Kompanya Deloitte, kompanyeke Amerîkî ye û li gora datayên belavbûyî, kompanyaya herî mezin ya cîhanêye ku di warê hejmartin û hûrgiliyê de kar dike di warên pişkinîn, derxistin, firotin û dahatê petrolê de.
puknow