Erkekî dîrokî û hevbeş li pêş YNK û PDK ye

  2018-01-07 14:37      353 Car hatiye dîtin        Şîrove
Nêçîrvan Barzanî û Mela Bextiyar

Civîna navbera PDK û YNKê bi dawî bû. Mela Bextiyar û Nêçîrvan Barzanî di civîneke hevbeş ya rojnamevanî de naveroka civînê ji bo raya giştî aşkere kirin û bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Di civînê de gotûbêj li ser xurtkirina yekriziya Kurd, krîza aborî, pêşkeftinên paş 16 Mijdarê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdad ê hatkirin.

Herdu aliyan dan zanîn; deriyê diyalogê hêdî hêdî di navbera Hewlêr û Bexdadê de vedibe û ew hevramanin hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstanê bi Bexdadê re bike ku Amerîka, Yekîtiya Awrûpa (YA) û Neteweyên Yekgirtî (NY) jî piştgiriya wê dike.

Herdu aliyan teqez kirin; erkeki dîrokî uu hevbeş li pêş PDKê û YNKê ye, peywendiyên YNK - PDKê bi aliyên din yên siyasî re ji bo serxistina proseya danûstanê bi Bexdadê re xwedan girîngiyek taybet e.

Herdu aliyan diyar kirin ku aliyê Kurd amadeye, tev pirsgirêkên ji sala 2005’ê û vir ve nehatine çareserkirin di çarçoveya destûrê Iraqê de bên çareserkirin.

puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî