Di şerê DAIŞê de 1800 pêşmerge şehîd bûn e
2018-01-06 20:20     412 Car hatiye dîtin      Şîrove
Rêzgirtin li pêşmergeyên şehîd
Di şerê li dijî DAIŞê de 1800 pêşmerge şehîd bûne û 10000 (deh hezar) pêşmerge jî birîndar bûn e.
Şêwirmendê leşkerî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed, ragihandiye ku di heyama şerê dijî DAIŞê de 1800 pêşmerge şehîd bûne û 10 hezar pêşmerge jî birîndar bûne. Çarenivîsa 60 pêşmergeyan jî ne diyar e.
Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge daye zanîn; li beramber wan hemû bedêlan, hikûmeta Iraqê di budceya giştî ya Iraqê de Pêşmerge liber çavan negirtiye û ew xalên destûrê piştguh xistiye ku hikûmetê neçar dike bi dayîna budceya Pêşmerge û biçekkirina Hêza Pêşmerge a Kurdistanê.
puknow
Babetên zêdetir