Em hemû deyndarê kesûkarên şehîd û enfalkiriyan in
2019-04-15 00:10     335 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hewceye xelkê xemxwir û demokratxwaz yên Kurdistan û Iraqê carekî din nehêlin dîktatorî û hizra serkutker vegere ser vê axê
Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Ehmed Salih, îro (14-04-2019), serdana yek ji gorên bikom yê qurbaniyên Enfalê kir ku di vê dema dawîn de li çola Semawe hatiye dîtin û bi dehan termên zarên kurdan têda ye.
Serdana Serokkomarê Iraqê ku hevdeme ligel salroja tawanên proseya Enfalê, bi hevalbendiya jimareyek ji kesûkarên enfalkiriyan, nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û parêzgarê Semawe, hat encamdan.
Berhem Salih ku di vekolandina gorekê de amade bû di gotara xwe de ragihand ku di 31 saliya tawana Enfalê de hêj gorên lêqewimî u mazlûm yên Kurdistanê tên dîtin û got: “tawana rejîma berê li beramber xelkê Kurdistanê tawanekî ne jibîrkiriye û tawanekî mezin bû dijî mirovatiyê ji bo jinêvbirina netewayetî û nasnameya xelkê Kurdistanê. Seddam bi cîhê xwe yê heq kiribû gîhişt, gihîşt cezayê xwe. Kesûkarên enfalkiriyan, îro hatine ji bo serdana xweşdiviyên xwe bikin”.
Berhem Salih, di axaftina xwe de bal kişand li ser zulm û zordariya hov ya rejima berê ya Iraqê û berxwedêriya xelkê Kurdistanê û xelkê Iraqê jî li beramber serkutkirin, veguhestin, kîmyabaran û enfalê û da zanîn ku bi camêriya kesûkarên serbilind yên Enfal û şehîdan, dawiya Seddam anî û qonaxek nû li pêşiya Iraqê vebû.
Serokkomarê Iraqê, teqez kir ku ew dixwazin hizra zulma Enfal û dîktatoriyê dubare nebe û got: “mixabin bi serhildana DAIŞ û komkujiyên ku DAIŞê bi serê pêkhateyên Iraq, Kurdistan, êzdiyan û xelkên din aniye, bi bîrxistinekî mezin bû ji bo me hemûyan ku ew bal û ew bîrkirin, hêj maye”.
Berhem Salih, dazanîn ku pêwîste hem xelkê Kurdistanê û hem pêkhateyên din yên Iraqê, xelkê xemxwir û demokratxwaz bihevre bin, hevaheng bin, hevkar bin, da ku carekî din nehêlin dîktatorî û hizra serkutker û kuştin û jinêvbirin, vegere ser vê axê. Zulm naçe ser; maf, rastî û azadî her serdikeve.
Serokkomarê Iraqê, da zanîn ku divê xizmeta kesukarên enfalkiriyan bikin û pêwîste neyê jibîrkirin ku deyndarê kesûkarên şehîd û enfalkiriyan in.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir