Siberoja Gelê Kurd, tenê bi yekîtî, yekbûn û birayetiyê mîsoger dibe

  2023-07-07 03:55      140 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî peyameke vekirî ji bo Kongreya Lozan li Rojavayê Kurdistanê weşand

Hevniştimaniyên xweşdivî!
Slavên Kurdayetiyê li we be.
100 sal beriya niha, bibê amadebûna Kurd  û hetta beku raya wan jî werbigrin, Rêkevtinnameya Lozenê dijî Gelê Kurd hate îmzekirin. Rêkevtinnameyek ku destpêkek bû ji bo jinêvbirina xewna dîrokî a Gelê Kurd û parvekirina xaka me biser çar parçeyan ve. 
Bi berdewamî di dîrokê de Gelê Kurd hewl ji bo birayetiya gelan û bihevrejiyanê daye, lê mixabin herdem bûye qurbaniya zulm û zordariya welatan. Hemû cûrên tûndûtîjiyê li ser me hatiye pêkanîn û hewlên jinêvbirina ziman û nasnameya me hatiye dayîn. Lê ev yek nekariye me jinêv bibe, berovajî bi şoreş û xebata serkevtî a gelê me bi armanca serbilindî û serfiroziyê, em bihêztir bûn û wek çiyayên me yên serkêş em li ser piyan man e.
Niha jî paş derbazbûna 100 salan biser wê rêkevtinnameyê ve û ew hemu qurbaniyên me di berdewamiya dîrokê de daye, divê em dersê ji wan waneyên dîrokî werbigrin û bi ruhê kurdayetiyê em xwe ji bo siberojê amade bikin. Siberojek ku tenê bi yekîtî, yekbûn û birayetiyê em dikarin mîsoger bikin. Bihevre bi armanca Kurdistana mezin û parastina nasnameya xwe em xebatê bikin û cudahiyan bixin xizmeta armancên bilind. Ev jî tekane rêye, daku wek milletekî zindî û xwedî maf em dengê xwe bigihînin dinyayê û berevaniyê li xwe bikin.
Armanca Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) zelale û berdewamderê siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal e. Ew siyaseta ku piştgirîkirina Kurda, xebata siyasî û medenî li xwe digre. Ji bo vê jî ez berê xwe didim hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û dibêjim; raste cûdahiyên me zêde ne, lê ziman û xaka me ya hevpar xala lihevcivandina me hemuyane û divê em wê biparêz in. 
Em ji hemû welatên Cîhanê û cîranên xwe re dibêjin; şer û nakokî ne bijardeya me ye û em  bi hemû awayekî dijî wê ne. Em dixwazin peywendiyên xwe di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de pêş bixin û cîranekî baş bin. Lê, em destberderê mafên xwe yên rewa nabin  û em bi hemû aweyekî berevaniyê lê dikin. Nabe jibîra me biçe ku Serok Mam Celal herdem digot; heta Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn neyê çareserkirin, aştiya yekcarî li deverê pêk nayê. 
Hêviya serkevtinê ji bo dixwazim û her şad û serfiraz bin. 
                                                                                          Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 
                                                                                                          Bafil Celal Talebanî
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî